Li Hesekê di encama êrişa hawenan de welatî jehr bûn

kurdistani 04:03 PM - 2015-07-02
Li Hesekê di encama êrişa hawenan de welatî jehr bûn

Li Hesekê di encama êrişa hawenan de welatî jehr bûn

Ajansa nûçeyan a Hawarê ragihand ku duh çarşemê 1/7/2015 li bajarê Hesekê DAIŞ bi hawenan êrişî taxên Muftî û Salihiyê  kir, welatiyan jî got ku di encamê de hinek kes jehr bûn û hatin xeniqandin.

Welatiyên Hesekê diyar kirin ku dema ew hawen teqiyan, bêhneke qirêj derket, piştre hinek welatiyên wan taxa bi rewşa jehrbûn û xeniqndinê ketin nexweşxaneyê, her wiha dixtoran jî diyar kirin ku ew rewş ji ber madeyên jehrî çêbûne.

Hêjayî gotinê ye ku gelek caran di encama êrişên DAIŞ`ê de rewşên jehrbûnê çêbûne. Ev yek jî metirsiyeke mezin derdixe holê ku çeteyan çekên kîmyayî bi dest xistine û li dijî sivîlan bi kar tînin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket