Bi wêne.. Artêşa Tirkiyê êrişî zarokên Kurd dike

kurdistani 09:01 AM - 2015-07-02
Bi wêne.. Artêşa Tirkiyê êrişî zarokên Kurd dike

Bi wêne.. Artêşa Tirkiyê êrişî zarokên Kurd dike

Hêzên artêşa Tirkiyê li gundê Roboskê ya ser bi navçeya Şirnexê ya bakûrê Kurdistanê êrişî 4 zarokên Kurd kiriye û bi giranî birîndar kirine.

Çalakvanê sivîl li navçeya Şirnexê Rêder Ocalan ji PUKmedia`yê re ragihand: Duh çarşeme bi dehan cendirmeyên Tirk êrişî zarokên gundê Roboskê kirine û 4 zarokên temenê wan navbera 9-13 salî de bi jop û daran birîndar kirine.

Got jî: 3 ji wan zarokan rakirine nexweşxaneyê û yek ji wan rewşa wî ya tendirustiyê di cî de ye û pêştir jî 3 gêncên gund berve cihekî nediyar revandibûn.

Wî çalakvanî aşkira jî kir ku zêdetir li 50 otombêlên zirxî û zêdetir li 300 cendirmeyên Tirkî ev pênc rojin bi berdewamî li nava gundê Roboskê de digerin û gefan li gundiyên Kurd dixwin.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket