Li Efrînê amadekariyên demsala xwendinê ya nû tên kirin

kurdistani 04:58 PM - 2015-07-01
Li Efrînê amadekariyên demsala xwendinê ya nû tên kirin

Li Efrînê amadekariyên demsala xwendinê ya nû tên kirin

Saziya Zimanê Kurdî SZK û Desteya Perwerdekirinê li Kantona Efrînê, ji bo demsala xwendinê ya sala nû amadekariyan dikin. Her wiha ji bo şêwazên perwerdekirina nû jî mamoste têne amadekirin.

Rêvebira SZK`ê ya navçeya Cindirêsê û nûnera Desteya Perwerdekirinê, Berîhan Henan ji ajansa Hawarê re axivî û bal kişand ser biryara Kongra Perwerdehiya Civaka Demokratîk li Rojava, ku meteryalên dibistanên seretayî guhertin, û dê di sala nû de bi zimanê Kurdî bêne perwerdekirin.

Berîhan diyar kir ku wan ji 25’ê Hizêranê ve dest bi perwerdekirina mamosteyan kiriye ji bo şêwazên danûstandina bi şagirtan re û çawaniya perwerdekirina meteryalên nû yên bi zimanê Kurdî.

Hêjayî gotinê ye ku sala çûyî yekem car bû ku sê refên yekem yên  xwendina seretayî bi zimanê Kurdî hatin fêrkirin, li gorî rêvebira SZK`ê jî wan zehmetî di wê derbarê kişandiye, ji ber wê dê îsal xebatên wan ji bo amadekirina mamosteyan xurtir bin.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket