Konfiransa navnetewî ya ji bo jinûve avakirina Kobanê dest pê kir
kurdistani 04:25 PM - 2015-07-01Konfiransa navnetewî ya ji bo jinûve avakirina Kobanê dest pê kir
Serokê parlemana Ewrupayê malûvaniya konfiransa navnetewî ya ji bo jinûve avakirina Kobanê kir. Gelek şandeyên welatên Ewrupa û cîhanê di konfiransê de beşdar bûn.
Bi sernavê ''Ji bo jinûve avakirina Kobanê seferberiya navnetewî'', parlemana Ewripayê konfiransa ji bo jinûve avakirina Kobanê îro 1/7/2015, dest bi karên xwe kir.
Konfiransa ku parlemana Ewrupayê îro dest pê kiriye ji bo piştgiriya bajarê Kobanê, û jinûve avakirina wê, bi beşdarbûna nûnerên saziyên civaka sivîl û bi dehan parlementerên yekîtiya Ewripayê ye.
Her wiha nûnerên rêveberiya xweseriya demokratîk ji kantonên Rojavayê Kurdistanê, tevî nûnerên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî di konfiransê de beşdar in.
Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî beşdar bû, û têkildarî rewşa Kobanê de axivî. Muslim got: “Ji bo Kobanê gotin paytexta berxwedana global. Wê niha bibe paytexta jiyanek nû. Ji bo vê jî divê em bi hev re bixebitin.”
Her wiha li ser navê gelek rêxistinên civaka sivîl û komên din jî axaftin hatin kirin, û ji wan bêhtirî 40 rêxistinî jî desteka xwe nîşan dan.
PUKmedia/ ANF
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25