Wezareta tendirustiyê derman dişîne Kobanê

kurdistani 01:29 PM - 2015-07-01
Wezareta tendirustiyê derman dişîne Kobanê

Wezareta tendirustiyê derman dişîne Kobanê

Îro 1/7/2015 di demjimêr 12`e paş nîvro karwanek ji tîma pizîşkî û tevî 30 ton derman ji bo çareserkirina birîndarên wê kantonê û her weha ji bo bereyên şer ên şervanên YPG şandin Kobanê.

Wezîrê tendirustiyê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Rêkewt Heme Reşîd di kongireyekî rojnamevanî de ragihand: Ji aliyê wezareta tendirustiyê ve 30 ton derman li gel tîmekî ji karmendên tendirustiyê şandine kantona Kobanê ji bo çareserkirina welatiyên birîndar û her weha ji bo bereyên şer bo xizmeta şervanan.

Dr. Rêkewt got jî: Em berdewam dibin di hevkariya kantonên Rojava û eger pakêtek dermanê me hebê emê bi Rojava re bikin 2 beş.

Wezîrê tendirustiyê got jî: Her karmendek yan pizîşkek bixwaze bi xwebexşî biçe Kobanê dikare navê xwe li ba me tomar bike û emê bişînin wan navçeyan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket