Balafirên Tirkiyê herêmên parastina Medyayê bombebaran kirin

kurdistani 08:28 PM - 2015-06-30
Balafirên Tirkiyê herêmên parastina Medyayê bombebaran kirin

Balafirên Tirkiyê herêmên parastina Medyayê bombebaran kirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG`ê, derbarê êrişa balafirên şer ên Tirkiyê li dijî herêmên parastinê yên Medya`yê daxuyaniyek belav kir.

Fermandariyê xuya kir ku îro 30/6/2015 di navbera demjimêr 9`ê sibê heya 1`ê nêvro, balafirên artêşa Tirkiyê hin deverên girêdayî herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medya bombebaran kirine, di encamê de şewat çêbûye

Fermandariyê her wiha got ku dewleta Tirkiyê bi va yekê agirbesta yekalî bi dawî kir.

Li gorî fermandariyê, ev êriş yek ji encamên civîna MGK`ê  ya bi esasê xwe li ser Sûriyê bû. Her wiha anî ziman ku artêşa Tirk her carê mercên  agirbestê binpê dike, û bi va êrişê ew agirbest bi temamî bi dawî kiriye, xuya jî kir ku ev êriş zihniyeta ku naxwaze bi awayên demokratîk pirsgirêkê çareser bike, pêk tîne.

Di dawiya daxuaniyê de  fermandariyê diyar kir ku mafê wan ê bersivdayînê li hember êrişa li dijî herêmên parastinê yên Medyayê, veşartî ye, her wiha bang li raya giştî kir ku li hember va êrişê hişyar bin.

PUKmedia/ ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket