Salih Muslim: Emê bersiva Tirkiyê bidin

kurdistani 07:24 PM - 2015-06-30
Salih Muslim: Emê bersiva Tirkiyê bidin

Salih Muslim: Emê bersiva Tirkiyê bidin

Hevserokê PYD`ê Salih Muslim derbarê destwerdana Tirkiyê ya nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê  got ku eger gavekî wisa bê avêtin, wê ji bo Tirkiyê bibe karesateke mezin.

Muslim diyar kir ku dewleta Tirkiyê, piştî ku YPG`ê Girê Spî rizgar kir, bi hinceta ewlehiya sînora xwe operasyoneke derveyî sînor nîqaş dike, her wiha got ku ev gav eger were avêtin, wê herêmê bêhtir tevlîhev bike û wê bibe karesateke mezin ji bo Tirkiyê bi xwe.

Di berdewama axavtina xwe de Muslim xuya kir ku operasyoneke bi wî rengî çênabe, ji ber ku Tirkiyê weke endamekî NATO`yê, nikare hevalbendên xwe razî bike, her wiha got ku Rûsyayê jî derbarê operasyona derveyî sînor, Tirkiyê hişyar kir.

Li ser îdîayên Tirkiyê derbarê paqijiya nijadî li dijî Tirkmenên herêma Girê Spî jî, Muslim got tu mafê Tirkiyê nîne operasyonekê bike li ser derewên ku YPG`ê paqijiya nijadî pêk tîne. Kes van îdîayan bawer nake, Tirkmenên ku wisa dibêjin jî ji aliyê Tirkiyê ve tên fêrkirin, û welatiyên Tirkmen yên li herêmê dijîn van îdîayan vala derdixin.

Salih Muslim anî ziman ku eger Tirkiyê operasyoneke wisa pêk bîne, ewê qet vê yekê qebûl nekin, û got: ''Me li hemberî rejîmê li ber xwe da û me ev hêz ji herêmê derxist, em du sal in bi berxwedaneke destanwarî li hember DAIŞ`ê jî şer dikin''. Her wiha got ku erger ew dest bavêjin me, emê jî bersivê bidin.

PUKmedia/ ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket