Parlemana Tirkiyê nekarî serokê xwe hilbijêre

kurdistani 06:26 PM - 2015-06-30
Parlemana Tirkiyê nekarî serokê xwe hilbijêre

Parlemana Tirkiyê nekarî serokê xwe hilbijêre

Ji bo hilbijartina serokê parlemana Tirkiyê, îro sêşemê 30/6/2015 di komîta giştî de tûra yekem dest pê kir.

Her çar namzetên seroktiya parlemana Tirikiyê di tûra yekem de negihêştin enamên pêwîst ji bo birêvebirina seroktiya parlemanê .

Parlementerê AK Partiyê Îsmet Yilmaz 256 deng wergirtin, parlementerê CHP`ê Denîz Baykal 125 deng, parlementerê MHP`ê Ekmeleddîn Îhsanoglu 81deng, parlementerê HDP`ê Dengîr Mîr Mehmet Firat jî mîna yê MHP`ê 81 deng wergirtin, her wiha 2 deng jî vala deketin.

Lê ji ber ku di tûra yekem de tu namzetî dengên pêwîst (367), wernegirtin, wê derbasî tûra diwem bibin, ger dîsa nebû, tûra sêyemîn û çaremîn jî wê sibe werin lidarxistin.

PUKmedia/ Ajansa Anadolê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket