Necmedîn Kerîm: DAIŞ rûyê duyem yê rêjîma Sedam e

kurdistani 05:34 PM - 2015-06-30
Necmedîn Kerîm: DAIŞ rûyê duyem yê rêjîma Sedam e

Necmedîn Kerîm: DAIŞ rûyê duyem yê rêjîma Sedam e

Parêzgerê Kerkûkê û serokê komîta ewlehiyê diktor Necmedîn Kerîm îro sêşemê 30/6/2015, serdana 'Huseyniya Erefe' kir, ya ku hêza dije teror ya YNK`ê di tevgerekê de hewladana teqînkirina wê têk şikand.

Doktor Kerîm eşkere kir ku hêza dije teror agahî dabûn komûta ewlehiyê debarê encamgirtina taxa Erefe, ji ber wê ew hêz amade bû û ew der ji sivîlan vala kir, û nehêşt ku êrişa terorîst encama xwe werbigire.

Di wê derbarê de diktor Kerîm got ku ev êriş têkildarî êrişên din e, yên cihên îbadetê encam digirin.

Her wiha rola hêzên ewlehiyê jî bilind nirxand û got: Em va keda wan pîroz dikin, lê belê hewldanên terorê hê neqediyane, pêwîst e hişyarî hebe ji bo têkbirina terorîstan.

Derbarê girtina endamê partiya Baas yê berê Ebdilbaqî Sedûn, diktor Kerîm got ku ev bi encama karê  hevbeş yê ewlehiyê ye. Her wiha bang li welatiyên Kerkûkê yên Ereb kir û got ku li ser kujeran bêdeng nemînin, ji ber ku yên ziyaniya herî mezin ji terora DAIŞ`ê li herêmên Enbar,Selahedîn û Nînewa û Kerkûkê dibînin, Ereb in.

Diktor Kerîm amaje bi wê yekê jî kir ku DAIŞ rûyê duyem yê rêjîma Sedam e, û ew bi ecindeyên derve ve girêdayî ye. 

 

PUKmedia / Kerkûk

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket