Li Çemçemalê 30 kesên nêzîkî DAIŞ`ê hatin girtin

kurdistani 04:35 PM - 2015-06-30
Li Çemçemalê 30 kesên nêzîkî DAIŞ`ê hatin girtin

Li Çemçemalê 30 kesên nêzîkî DAIŞ`ê hatin girtin

Asayîşa rojavayê  bajarê Silêmaniyê tevgereke lêgerînê li Çemçemalê da destpêkirin, di encamê de 30 kesên daxwazkirî û bigûman hatin girtin.

Rêveberê asayîşa rojavayê Silêmaniyê emîd Ehmed Nadir ji PUKmedia re agahî derbarê tevgerê dan û got: ''Di van çend mehên borî de dora 30 kes yên daxwazkirî û yên bi gîman li herêmên Çemçemalê hatine girtin''.

Emîd Ehmed Nadir her wiha diyar jî kir ku hinek ji wan kesên girtî ji aliyê hêzên awlehiya navendî ve daxwazkirî ne, hinekan  jî piştî lêpisrinê endamtiya  xwe di rêxistina DAIŞ ya terorîst de eşkere kirine, lê da zanîn ku lêpirsîn bi hinek din ji wan re jî hê berdewam e li gorî yasaya 4`an a terorê.

PUKmeida

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket