Adil Murad; Siyaseta AKPê li hemberî kurdan şovînîst e

kurdistani 10:16 AM - 2015-06-30
 Adil Murad; Siyaseta AKPê li hemberî kurdan şovînîst e

Adil Murad; Siyaseta AKPê li hemberî kurdan şovînîst e

Adil Murad wiha ji konsilê Holanayê mre got; YNK`ê dixwaze ku ezmûna demokrasiyê bicîbike.

Duh roja duşemê 29-6-2015`an li bajarê Silêmaniyê, konsilê Holandî yê Herêma Kurdistanê Can Van Dî Zend serdana Encûmena Navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir û ji aliyê sekreterê Encûmanê Adil Murad ve hat pêşwazî kirin.

Di wê hevdîtinê de, Adil Murad bi germî bi xêrhatina konsilê Holandî yê Herêma Kurdistanê Can Van Dî Zend kir û spasiya welatê Holandayê kir ku alîkarî û piştîvaniya Herêma Kurdistanê dike û bi taybet jîê perwerdekirina pêşmergeyên Kurdistanê li dijî terorê.

Her weha Adil Murad rexne li hikûmeta AKP`ê girt ku siyasetekî pir şovînîstî li dijî li hemberî Herêma Kurdistanê û perçeyên din yê Kurdistanê û hwildan dide ji bo jinavbirina ezmûna Rojavayê Kurdistanê ku bi riya palpiştî û piştîvaniya DAIŞê û komên terorîst ku ji bo têkdana her destkeft û pêngavên ku ji bo demokrsiyê hatine avêtin bikin.

Murad aşkire kir ku Pîlana Erdoxan ji bo jinavbirana Kurd li navçeyên sînorî eger Yekîneyên Parastina Gel di şerê jinavbirina terorîstên DAIŞê de berdewam bin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket