Dora 20 malbat ji DAIŞ`ê derbasî Tirkiyê bûn

kurdistani 07:01 PM - 2015-06-29
DAIŞ malbatên xwe ji Reqayê derdixe

DAIŞ malbatên xwe ji Reqayê derdixe

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ji hin çavkaniyan ragihand ku şeva yekşemê,27/6/2015 dora 20 malbatên çekdarên DAIŞ`ê di herêma El Ra'î ya bakurê Helebê re derbasî axa Tirkiyê bûn, her wiha di nav wan de 13 jin, ku yek jê bijîşkeke Tûnisî ye.

Di agahiyên pêşî de hat zanîn ku rayedarên Tirkiyê 5 kes ji wan desteser kirine.

Di heman mijarê de jî rewangehê beriya 2 hefteyan ragihandibû ku DAIŞ malbatên endamên xwe yên biyanî ji bajarê Reqayê veguhestin gundewarên Helebê, ji ber ku ew der bêhtir bi ewlehî ye, ji ber şerê di navbera wan, û hêzên YPG `ê tevî Burkan El Furat de.

PUKmedia/ Rewangeha Surî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket