Şerê şervanan û DAIŞ li taxên Kurdî li Hesekê berdewame

kurdistani 12:49 PM - 2015-06-29
 Şerê şervanan û DAIŞ li taxên Kurdî li Hesekê berdewame

Şerê şervanan û DAIŞ li taxên Kurdî li Hesekê berdewame

Şer û pevçûnên giran li nava taxên Kurdî yên bajarê Hesekê di navbera şervanan û terorîstên DAIŞ de berdewamin.

Rojnamevan Komas Şahbazî li Rojavayê Kurdistanê ji PUKmedia`yê reragihand: Piştî ku hêzên rêjîma sûriyê nekarî li hemberî terorîstên DAIŞ xwe bigrin û şer bikin cihê xwe radestî terorîstan kirin.

Got jî: Terorîstan karîn bi wê rêyê êriş bikin ser taxên Kurdî yên bajêr.

Aşkira jî kir ku Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê karîne taza Ezîziyê ji terorîstan paqij bikin û şer li taxên aliyê rojhilata Hesekê berdewame û şervan bi pêşve diçin.

Ji aliyekî dinê ve jî her şeva borî di demjimêr 12:30 xulekan de, ji aliyê hêzên cewherî yên bajarê Hesekê û hêzên YPG`ê ve 4 terorîstên xwekuj ên DAIŞ li taxa Muftî û Ezîziyê û Salihiyê destgîr kirin û ew radestî hêzên asayîşê hatin kirin.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket