Tirkiyê amadekariya operasyona li bakûrê Sûriyê dike

kurdistani 11:24 AM - 2015-06-29
Tirkiyê amadekariya operasyona li bakûrê Sûriyê dike

Tirkiyê amadekariya operasyona li bakûrê Sûriyê dike

Desthilatdarên siyasî li Tirkiyê daxwazê ji artêşa welatê xwe kirine ku planekî serbazî ji bo çûna  nava axa sûriyê danin.

Li gor ajansên nûçeyan ên Tirkiyê, bi beşdariya nêzîkî 18 hezar leşker û hêzên ewlekarî û dazgehên istixbaratê zanyariyan bo hêza leşkerî dabîn bike û plana fermandariya artêşa Tirkiyê ewe ku bi dirêjahiya 110 kîlo metir artêşa tirkiyê wê dest bi operasyonekê li bakûrê Sûriyê bike.

Li gor zanyariyên rojnamevanî operasyonê wê ji bajarê Cerablusê destpê bike û heya bi Mari û Ezazê weku navçeyekî ewlehî bi kûrahiya 10 kîlo metir ava bikin.

Dazgehên ragihandina navxweyî ya Tirkiyê li zarê çavdêr û pisporên emnî yên wî welatî belav kirine ku di çend demjimêrên pêşiya me de Enqerê wê bikeve tevgerê bo wergirtina moleta navdewletî bi taybet rizamendiya Emerîka ûpeymana Natoyê ji bo destpêkirina operasyonê.

Li gor zanyariyên ragihandinê artêşa Tirkiyê wê yekê tercîh dike ku ev operasyona leşkerî bo dawiya avakirina hikûmeta nû ya Tirkiyê bê paşdexistin û hem jî dema fermandariya serokerkanê Tirkiyê bi dawî dibe û Necdet ozal dixweze pîr û pak ji vê planê derkeve.

Ji aliyekî dinê ve jî îro çavê her kesî li civîna encûmena ewlehiya netewî ya tirkiyê ne ku wê çi biryarê bidde.

hêjayî gotinê ye ku piştî rizgarkirina herêma Girê Sipî ji aliyê şervanên YPG/YPJ û bi hevkariya belafirên şer ên hevpeymanên navdewletî û girêdana kantona Cezîrê bi kantona Efrînê , dewleta Tirkiyê bi hinceta avakirina dewleta Kurdî li bakûrê Sûriyê û Rojava ku wê piştî girêdana Efrîn û Kobanê bête ragihandinê dest bi plana operasyonê kiriye.

PUKmedia/Ajansên Tirkî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket