Şengal: Hêzên pêşmerge êrişeka DAIŞ têkşikand

kurdistani 08:30 AM - 2015-06-29
Hêzên pêşmerge êrişeka DAIŞ têkşikand

Hêzên pêşmerge êrişeka DAIŞ têkşikand

Hêzên pêşmerge li du taxên qeza Şengalê êrişa terorîstên DAIŞ têkşikandin û ziyanekî zor gîhandin wan.

Fermandarê lîwaya 12 ya hêza pêşmerge muqedem Mehmud Caf ji PUKmedia`yê re ragihand: Şeva borî di demjimêr 10`ê hêzên lîwaya 12 ya ppêşmerge li herdu taxên Hey Nesir û Hey Faruq li rojavayê qeza Şengalê êrişeke terorîstên DAIŞ têkşikandin û neçar kirin ku paşve bikşên.

Got jî: Ziyanek zor gihêştiye terorîstan , lê belê jiber ku şev bû hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zanîn û li beramberî wê jî çi ziyanek negihêştiye hêzên pêşmerge.

Ew jî diyar kir ku piştre balafirên şer 2 caran baregehên terorîstan li qezayê bombarduman kirin.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket