Arnold Schwarzenegger dîsa dibe maşîn

kurdistani 07:16 PM - 2015-06-28
Arnold Schwarzenegger dîsa dibe maşîn

Arnold Schwarzenegger dîsa dibe maşîn

Akterê Emerîkî Arnold Schwarzenegger piştî 30 salî ji pêşkêşkirina rola mirovê maşîn di her sê beşên fîlma 'TERMINATOR', careke din dibe maşîn.

Schwarzenegger yê 67 salî, ku bi esasê xwe Ewripî ye, berî çend salan dest ji Hollywood`ê berdabû ji ber ku ew bû serokê wîlayeta 'California' ya Emerîkî. Lê careke din beşdarî wa fîlmê dibe di beşa nû de ''Terminator Genisys.''

Ev fîlma li ser cenga di navbera mirov û maşînan de, ku gelek bi navûdeng bibû, wê bi beşa xwe ya nû bala hejmarekî mezin ji temaşevanan bikişîne, nemaze (Bi taybetî) ku  Schwarzenegger wê têde dîsa rola maşîna ku berxwedana mirovahiyê dike, pêşkêş bike. Ew film jî wê di meha tîrmehê de, di holên sînemayan de, were pêşkêşkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket