Yuksekdag: YPG/YPJ nebe navendên Tirkiyeyê di ewlehiyê de nabe

kurdistani 10:48 AM - 2015-06-28
Yuksekdag: YPG/YPJ nebe navendên Tirkiyeyê di ewlehiyê de nabe

Yuksekdag: YPG/YPJ nebe navendên Tirkiyeyê di ewlehiyê de nabe

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi komekî wekîlan re çû sînorê Kobanê û daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku li pişt DAIŞ'ê AKP heye îdîa nîn e rastî bi xwe ye.

Yuksekdag anî ziman ku heke têkoşîna YPG û YPJ'ê ya li Rojava nebe tenê li sînorên Tirkiyeyê na li navendên Tirkiyeyê jî tu welatiyên Tirkiyeyê di bi ewlehiyê de nabin û ji ber vê yêkê hikûmeta AKP'ê divê ji PYD'ê sipasiyan bike.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê duh 27/6/2015 bi komekî wekîlên HDP'ê re çûn sînorê Kobanê yê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê û li wir daxuyanî da û got: "Hikûmeta Tirkiyeyê li şuna PYD'ê pîroz bike û spasiyên xwe bike gotin 'PYD ji DAIŞ'ê taluktir e' Ewqas ji nirxên mirovahiyê dûr ketine. PYD li sînorê Tirkiyeyê nûnerê berxwedan hemû gelan e. Em spasiyên xwe li wan dikin. Bijî PYD."

Yuksekdag got: "Heke têkoşîna mirovahiyê ya hêzên PYD, YP û YPJ'ê ya li Girê Spî û Rojava neba tenê li sînorê Tirkiyeyê na li navendên Tirkiyeyê jî tu welatî di ewlehiyê de nedibûn."

Yuksekdag anî ziman ku êdî ev rastî wekî ku îdiaye bilêvkirin nerast e û wiha balê kişand ser: "AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye. Ez binê vê yekê xêz dikim. Li dijî ciwanên kurd operasyonan pêk tîne lê li dijî çeteyan heta niha tu operasyon pêk neaniye."

PUKmedia/DIHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket