Serkirdeyekî partiya Baas`a Êraqe hate girtin

kurdistani 07:31 PM - 2015-06-27
Serkirdeyekî partiya Baas'a Êraqe hate girtin

Serkirdeyekî partiya Baas'a Êraqe hate girtin

Serokê hikûmeta Êraqê Heyder Abadî di roja şemiyê 27/6/2015 `an de, ragihand ku berpirsê partiya Baas yê berê, Ebdilbaqî Se'dûn, hate girtin.

Abadî di gotina xwe ya li festîvala sendîkaya rojnamevanên Êraqî de, eşkere kir ku Ebdilbaqî Se'dûn,  yek ji berpirsên Baas yên ku nehatibûn girtin ji dema hilweşîna rêjîma Sedam de, ji aliyê istîxbaratên Êraqê ve hate girtin.

Serkirdeyekî istîxbaratê jî diyar kir ku Se'dûn sibeha pêncşemê li bajarê Kerkûkê piştî salekê ji lêkolîn û lêgerînê hate girtin.
Ebdilbaqî Se'dûn di dema rêjîma Sedam de, di gelek postan de cih girtiye, her wiha piştî ketina rêjima Sedam sala 2003`an, Emerîka ew daxwaz kir ji ber ku ew bi kuştina sivîlan di sala 1999`an de tometbar kir.

Ji bilî Se'dûn, hin kesayetên partiya Baas ên ku Emerîka daxwaz dike hê nehatine girtin, wek nûnerê berê yê encûmena rêberiya şoreşê Ezet El-Dûrî ku hê jî çarenivîsa wî ne diyar e, tevî ku di meha nîsanê de termê kuştiyekî hate dîtin û hate gotin ku ew El-Dûrî bi xwe ye, lê belê rayedarên dewleta Êraqê jî ew yek tekez nekirin ji ber tunebûna DNA'ya wî serkirdeyî.

PUKmedia/ Skynews 
Save

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket