Hinek gotinên xembarî ji bo malbata Ş.Osman ku li Kobanê şehîd bûne

kurdistani 06:06 PM - 2015-06-27
Hinek gotinên xembarî ji bo malbata Ş.Osman ku li Kobanê şehîd bûne

Hinek gotinên xembarî ji bo malbata Ş.Osman ku li Kobanê şehîd bûne

Mamoste Cihan Hesen Hesen, Bi rastî ez nizan im ji ber vê keresatê û kiryara terorîstî ku li dijî xelkê me yê Kobanê û bi taybetî ji navbirina malbata we bi teveyî, ku ez ê çi ji we re bibêj im. Ez nizan im ez ê çawa birayê te yê pir hêja û kurdperwer bi bîr bîn im ku herdem li ser postên min û nivîsên min like û şirove dikir û ji PUKmedia`yê re nivîs û karên xwe yên rewşenbîrê dişand û beşdarî gelek karên raportan dibû.
Lê ezê bi ten ê bikari bim bêjîm neferet le terorîst û neyarên gelê Kurd û şehîd namirin. Ez dikar im bi komkirina name û nivîsên hevalên te li ser şehîdên me yên bi rûmet û bi taybetî birayê min yê pir hêja Rodî...Her weha hevjîna wî û xwîşka we û dayîka we , ez pir xemgîn kirin. Bila serê we sax be û şehîd namirin....

Rizo Xerzi
Dema ku hemû gotin bê wate dimînin....
Xwedê .....ma ne bese loooooooooooo.......dema ku hemû gotin bê wate dimînin...dema ku mirov ker û lal dimîne ...bibore mamoste ji doh de ez dikim û nakim ceger nakim ku dengê te bibihîzim ..û ceger nakim ku ji we bipirsim bêjim raste yan ne raste...her kes dibêje raste lê dilê min nikare bawer bike ..., zimanê min nagere ku bipirsim ...xwedê alîkarê dilê te be mamoste can..xwedê alîkarê dilê dayik û bavan be ..xwedê alîkarê dilê Kobanê be dê çawa ewqas êş tehmûl bike....Serê Kobanê sax be ...serê şervanên ku dê tola wan şehîdan li erdê nehêlin sax be....Ev tenê malbateke ji dehên malbatan ku bi destên hovên hemû sedsalan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin....şehîdên doza pîroz....hûnê her di hiş û mejiyê her kesên xwedî wijdan de bijîn..

Nesrin Navdar‎

Ji duh ve dilê me korzek ji agir, cerga me pêtî bi pêtî dişewte. Ji duh ve hêvî û dueyan dikim ku ev agahî direw be lê wisa xuya ye ku rastiya tal e. Ez çiqas xwe bêçare dibînim ku nikarim êşa te hinek sivik bikim. Li min biborîne cana min ji êvarê ve bîst caran min dest avêtiye telefonê lê min cesaret nekiriye li te bigerim. Tenê ji te vê dixwazim hêzdar be. Tu keça Kobanê yî têkçûn di pirtûka te de tune ye.

Şevın Rojava .


Bi xwedê ez nizam çi bêjim qey we bi xwedê çi kiribû ku hûn wisa xaşandin,rehma xwedê li wan bê û xwedê sebrekê bide we,şehîd namirin

Aras Hiso

Duh bayekî hênik li seranserî ka§a Mi§tenûrê pêl dida. Em û mamosteyên Efrînê bi hev re çûn ka§a Mi§tenûrê. Belê mamoste Gulê jî bi me re bû ez û wê tenê me li ser kevirekî mezin wêne ki§and, pi§tî ki§andina wêneyê ji min re wisa got;
-Lo Arasîmo!... Tu çima helbestekê li ser min nanivîsî?
Ez bêdeng mam û min ne dizanî ka ez çi jê re bêjim. Lê min bi ken jê re wisa got;
-ku tu bi xwe gul î, lewma tu diyariya hevalan î. Heke tu bi xwe helbest î, dê çawa helbest li ser te bêne nivîsandin?!..
Çaxê ku min bi awayekî helbestî vê re dixiviyam ew pir kêfxwe§ dibû û her xwendina helbestê ji min dixwest. Lê we bidîta roj ber bi oxirkirinê ve diçû, hevalan bangî me dikirin ji ber ku dem dereng bû. Lê min û Gulê me guh neda wan ji ber ku em di rew§eke ne normal de bi bayê Mi§tenûrê xwe li qeraxê hestên me dixist.
Çima?!!!....
Ji ber ku di wê kêliyê de Gulê hest diafirand û min jî pê re dilorand. Êdî hevala zozan ji dûr ve bang kir;
-Hevalnlooo!...
Êdî wext dereng ma û kela hestên me jî nîvçomayî ma.
Ev wêne di 24.6.2015 berî wê bi rojekê di oxirkirina rojê de li ser ka§a mi§tenûr hate girtin

Bedran Penaber


BI KUŞTINA ZAROKÊN KURDAN DAIŞ ROJÊN MIRINA XWE NÊZÎK DIKE
Kobanê Kobanê... Te çı bırîn lı ser dılan vekirin ... Te dîsa birînên hîn ne kewayin bı agır kirin...
Hevala hêja u qedırgıran Cihan Hesen : jı ber vê tevkujıya bêwefa ya dı şexsê mala we de bı ser gelê me tevan de hatî em tev pır xemgin bûne ku nıkarım bînım zıman... Êşa we parve dıkım serê we û yê Gelê Kurdıstanê sax be...
wê gelê me û şervanên RÊBER APO tola vê namerdıyê jı wan hovên DAışê bıstîne u yek bı yek wê werın mırarkırınn...
NOT: Hevala me ya hêja -helbestvan û nıvıskara Cıwan Cihan Hesen Hesen dı şerê despêkê yê berxwedana azadıya Kobanê de bav û xuşka wê bı lehengî lı berxwedabûn û tevlîkawanên nemıran bûbûn. Lê mixabın vê carê jî wek bırîna lı ser bırîna Dayîk -Xuşk - bıra û jınbıra wê Û her wıha dîsan ap -jınap û kurapên wê tev jı aliyê hovên Daışê ve bı namerdane hatın qetılkırın..
Mesûd Şukrî
Em çiqas bibêjin em nikarin wateya şehadeta we bînin ziman.
Lê hûn di rêka bihûştê de hemû şehîdên azadî û mirovahiyê silav bikin û bibêjin ku her çar parçe şopdarê wan in û tu carî xwîna we li erdê namîne .
Em soz didin , soz didin, soz didin we ey periyên bihuştê.
ŞEHÎD NAMIRIN....

Niroj Sheikh

Par Viyan

Iro jî Gul û perwîn in

Dilovaniya xwedê li we be .
Xwedê sebrekê û hêzekê bi we de :
M Ednan Hesen
M Cihan Hesen Hesen
M Bêrîvan Hesen

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket