Erdogan: Em qet rê nadin li Sûriyê dewleta Kurdî çê bibe

kurdistani 01:34 PM - 2015-06-27
Erdogan: Em qet rê nadin dewleta Kurdî çê bibe

Erdogan: Em qet rê nadin dewleta Kurdî çê bibe

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand ku berdêla wê çi dibe bila bibe ew nahêlin li bakûrê Sûriyê yan li başûrê Tirkiyê dewlet dirust bibe.

Erdogan, çend daxuyaniyên tund sebaret bi rûdanên Kobanê û Tirkiyê eagihandin û got: Ew rûdanên dema borî li Kobanê rû dan wekî bi sedan ew şer û pevçûnên ku li bajar û bajarokên Êraq û Sûriyê rûdidin e. xelkekê di 6-7-8`ê mijdara 2014`an li gelek cihan li Tirkiyê tevlîhevî kirin û niha jî dubare li heman bajaran dubare dibin û destek heye ku fêdê ji vê yekê digre û dixwazin agir bînin nava Tirkiyê.

Derbarê operasyonên Yekîneyên Parastina Gel YPG û kontrolkirina Girê Sipî jî Erdogan got: Dixwazin operasyonên guherîna demograsfî ya wan navçeyan temam bikin.

Derbarê egera dirustbûna dewleta Kurdî li bakûrê Sûriyê û başûrê Tirkiyê ku Rojavayê Kurdistan û bakûrê Kurdistanê ye Erdogan ragihand: Ji ez ji hemû miletê xwe û ji hemû dunyayê re dibêjim ku em qet rê nadin ku li bakûrê Sûriyê û li başûrê welatê xwe dewlet çê bibin û bi her awayî û berdêl çi dibin emê  hewlên xwe berdewam bikin.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket