DAIŞ (42) jinên Êzîdî li Sûriyê firotiye

kurdistani 12:04 PM - 2015-06-26
DAIŞ (42) jinên Êzîdî li Sûriyê firotiye

DAIŞ (42) jinên Êzîdî li Sûriyê firotiye

Rêxistina terorîstî ya DAIŞ roja pêncşemê 25/6/2015 li bajarê Meyadînê ya ser bi parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyêye 42 jinên Êzîdî firotine.

Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihandiye ku rêxistina terorîstî li baregeheka xwe ya li bajarê Meyadînê ew jinên Êzîdî bi 500- 2000 dolar firotiye, her weha jî çarenivîsa ew zarokên ku rêxistina terorîst bi wan jinên Êzîdî re anîbûn ne diyare.

Rawengehê aşkira kiriye ku rêxistina terorîstî zêdetir li 40 jinên Êzîdî tevî zarokan guhastiye bajarê Meyadînê.

Hêjayî gotinê ye ku rêxistina terorîstî ya DAIŞ hejmarek mezin ji keç û jinên Êzîdî di êrişa li ser navçeya Şengalê ya havîna borî revandibûne.

PUKmedia/Skynews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket