YNK: Weku hertim ji bo alîkariya Rojava em amade ne

kurdistani 10:26 AM - 2015-06-26
YNK: Weku hertim ji bo alîkariya Rojava em amade ne

YNK: Weku hertim ji bo alîkariya Rojava em amade ne

Mekteba siyasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê êrişa îro ya terorîstên DAIŞ li ser Kobanê şermezar kir û berevanî û berxwedana şervanan jî bilind dinirxîne û radighîne ku YNK`ê ji her alîkariyekê ji bo Rojavayê Kurdistanê weku her car amadeye.

Berdevkê mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derbarê êrişa terortîstên DAIŞ li ser Kobanê ev daxuyanî da:

Mekteba siyasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi tundî êrişa terorîstên DAIŞ bo ser bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê şermezar dike, ku mixabin li hindek cih welatiyên sivîl bi komî hatine kuştinê û tawanên dijî mirovatiyê hatine encam danê ku eve jî diçe çarçoveya tawanên dinê ên derheqê gelê Kurdistanê û mirovahiyê de hatine encam danê.

Her weha em berevanî û qehremantiya şervanan û berxwedana gelê xwe li Rojavayê Kurdistanê bilind dinirxînin, ku cara berê me ev peyama xwe ji terortîstan re ragihandibû ku planên wan ên nezokî  ji b o dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê wê hertim bi binkevin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştevaniya gelê xwe li Rojavayê Kurdistanê dike û weku hertim ji bo alîkariyê amade ye.

Silav bo şehîdan, serkeftin bo şervanan û pêşmerge û vîna bihêz a gelê me.

Îmad Ehmed
Berdevkê mekteba siyasî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
25/6/2015
 
PUKmedia/Xoşnav Hisên

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket