Serokê Êraqê girîngiya çareserkirina pirsgrêkên Kerkûkê nîşan da

kurdistani 02:58 PM - 2015-06-25
Serokê Êraqê girîngiya çareserkirina pirsgrêkên Kerkûkê nîşan da

Serokê Êraqê girîngiya çareserkirina pirsgrêkên Kerkûkê nîşan da

Serokkomarê Êraqê Fûad Masûm pêwîstiya çareserkirina pirsgrêkên Kerkûkê di rewşa aloz de tekez, bi taybetî ji aliyên xedemî ve.
Di hevdîtinekê li gel parêzgerê Kerkûkê diktor Necmedîn Kerîm, roja pêncşemê 25/6/2015 serokkomar rewşên giştî yên parêzgeha Kerkûkê gengeşe kir.


Fûad Masûm girîngiya Kerkûkê di ware aborî de anî ziman, û pêwîstiya çareserkirina kêşe û pirsgirêkên ku pêşketina  rewşa giştî ya parêzgehê asteng dikin jî tekez kir, nemaze ku hejmarek mezin ji penaberên Mûsil û Selahedîn ve hembêz dike û gelek xwendekarên wan herêman li zanîngeh û dibistanên Kerkûkê dixwînin, ev yek jî barekî giran çêdike li ser aboriya parêzgehê. Ji ber vê divê hikûmeta federal tevî wezaretan piştgirî û alîkariya Kerkûkê bikin.


Li aliyê din jî diktor Necmedîn Kerîm parêzgerê Kerkûkê rewşa parêzgehê di hemû aliyan de şîrove kir, her wiha diyar jî kir ku sedema serdana wî ji bo Bexdadê gihandina peyama welatiyên Kerkûkê bo hikûmet û aliyên têkildar ve, li ser pêwîstiya çareserkirina pirgirêkên heyî, bi taybetî mijara para Kerkûkê ji bûdca giştî.


Kerîm di wê barê de girîngiya rola serokkomar tekez kir, spasî jî bo wî kir ji ber muqatbûna wî ji hemû gel û netewên Kerkûkê re.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket