Her meh 3 hezar Êzîdî ji Êraqê koç dibin

kurdistani 05:22 PM - 2015-06-24
Her meh 3 hezar Êzîdî ji Êraqê koç dibin

Her meh 3 hezar Êzîdî ji Êraqê koç dibin

Endamekî encûmena nûneran a Êraqê ragihandiye ku di çend heftiyên borî şepolekî koçbûnê ya zêde ya Êzîdiyan berve welatê Ewrupayê ve destpê kiriye û rojane 100 welatiyên Êzîdî ji Êraqê koç dikin.

Di beyannamekê de parlemantera Êzîdî li parlemana Êraqê Viyan Dexîl ragihandiye ku metirsiyekî mezin berê xwe daye navçeyê ku di çend heftiyên borî de şepolekî berfereh ya koça Êzdiyan berve welatên Ewrupayê destpê kiriye û ji bo wê jî rojane zêdetir li 100 welatiyên Êzîdî ji Êraqê derdikevin û bi rêya Tirkiyê xwe dighînin welatên Ewrupayê.

Viyan Dexîl amaje bi wê yekê jî dike ku piştî hêrişên ne rewa ya rêxistina terorîstî ya DAIŞ li hemberî Êzîdiyên li Êraqê, Êzîdî neçar bûne ji tirsa êrişên DAIŞ û ji bo parastina rihê xwe welat bi cî dihêlin û bi hezaran welatiyên Êzîdî ji niha ve li navçeyên Êraqê mal û mulkên xwe li şûna xwe hêştine û penaber bûn e.

Parlemanter Dexîl di beyannameya xwe de daxwaz ji hikûmet û rêxistinên mirovî kiriye ku bilez hevkariya malbatên Êzîdî bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket