Berpirsyarekî Êraqê: Azadkirina Mûsilê wê dest pê bike

kurdistani 03:02 PM - 2015-06-23
Berpirsyarekî Êraqê: Azadkirina Mûsilê wê dest pê bike

Berpirsyarekî Êraqê: Azadkirina Mûsilê wê dest pê bike

Serokê komîta ewlehiya meclîsa bajarê Mûsilê, Mihemed Ibrahîm ragihand ku amadehiyên ji bo li dar xistina operasyoneke seretayî ya azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê bi dawî bûne.

Ibrahîm da zanîn ku armanca vê operasyonê rizgarkirina başûrê Mûsilê, tevî bendavê ye, her wiha got ku eger operasyon bi ser bikeve, wê operasyoneke firehtir were pêkanîn.

Ibrahîm eşkere kir ku hêzên artêşa Êraqê tevî hêzên Pêşmerge, bi alîkariya hêzên hevpeymna navdewletî wê di operasyonê de, beşdar bibin.

PUKmedia-Qudsa Erebî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket