Perlemana Herêma Kurdistanê projeya serokatiya Herêmê jî gotûbêj kir

kurdistani 02:19 PM - 2015-06-23
Perlemana Herêma Kurdistanê projeya serokatiya Herêmê jî gotûbêj kir

Perlemana Herêma Kurdistanê projeya serokatiya Herêmê jî gotûbêj kir

Perlemana Herêma Kurdistanê, pirojeyên destkariya yasaya serokatiya Herêmê veguhest bo lîjneya zagonî, her wiha pirojeyên xwe yên nîşankirî jî gengeşe kir.
Di daxuyaniyeke perlemanê ku PUKmedia wêneyk jê wergirtiye, hat ragihandin ku rûniştina îro bi amadebûna nûnerên saziyên civaka sivîl, nûnerên qunsilxaneyên Emerîka, Almanya. Tirkiyê, Firansa, Misir, Êran, tevî nûnerê NY ve bi rêve çû.

Di daxuyaniya parlemana Kurdistanê de, hat eşkere kirin ku perlemanê yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê, tevî pirojeyên yasayan yên li ser ecnîdeya xwe gotûbêj kir.

Ew pirojeyên ji bilî ya seroktiya Herêmê jî ev in: Yasaya nebirîna mûçeyên yekaneyên malbatên xwe, yasaya yekaneyên malbatên xwe yên piştî komkujiyên Enfal û kîmyawî ku di jiyanê mane,  her wiha pirojeya yasaya çandina perçeyên laşê mirovan, hemû li gorî madeyên (72, 74, 75) ji sîstema navxweyî ya perlemana Herêmê, hejmara 1 ya sala 1992 hatin gengeşekirin.

PUKmedia-Hewlêr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket