Meclîsa Tirkiyê yekemîn rûniştina xwe li dar dixe

kurdistani 12:40 PM - 2015-06-23
Meclîsa Tirkiyê yekemîn rûniştina xwe li dar dixe

Meclîsa Tirkiyê yekemîn rûniştina xwe li dar dixe

Piştî hilbijartinan, parlementoya Tirkiyê roja sêşemê 23/6/2015 yekemîn rûniştinên xwe li dar dixe bêyî ku hikûmet bê avakirin.

Li gorî encamên hilbijartinên 7`ê hezîranê Tirkiyê cara yekeme, ji destpêka desthilata AKP`ê ve, xwe ji koalisyonê re amade dike.

Di kombûna parlementoyê ya destpêkê de nûnerên gel ku hejmara wan 550`ye dê sonda destûrî  bixwin. Ev rûniştn jî hewldanên  hemû hêzên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka hikûmetê nîşan dide.

Rûniştin her wiha biriyarê dide ji bo hilbijartina serokê parlementoyê yê nû, li gorî zanyariyan jî dê partî di rojên bê namzetên xwe pêşkêş bikin.

Diyar e ku ev hilbijartinên dawî li Tirkiyê desthilata partiya AKP`ê çewisand, ji ber ku ew weke derbeyeke giran ne tenê ji partiyê re, her wiha ji serokkomar Erdogan re jî  ku dixwest destûrê biguhere ji bo destihlata xwe firehtir bike. 

 Hêjayî gotinê ye ku hejmaranên meclîsê wiha ne: AKP`ê 258 nûner, CHP`ê 132 nûner, MHP`ê 80 û HDP`ê jî 80.

PUKmedia/ AFP

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket