Parlementerekî Îtalî; Piştîvaniya li Komara Rojavayê li Kurdistana Sûriyê bikin

kurdistani 12:32 PM - 2015-06-23
Erasmo palazzotto û Nisrîn Ebdula li pêş parlemana Îtalya

Erasmo palazzotto û Nisrîn Ebdula li pêş parlemana Îtalya

Parlementerekî Îtalî di nivîseke xwe de wiha got; Piştîvaniya li Komara Rojavayê li Kurdistana Sûriyê, berevanî li ezmûna demokrasiyê ye.

Piştî serdana şandeyeke xwesriya demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê serdana fermî ji Parlemana Îtaliyayê re kir, endamê parlemana Îtaliyayê Erasmo palazzotto li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîiye; Berevanîkirina li Rojavyê Kurdistanê, ango berevaniye li ezmûna demokrasî ya herî pêşketî ku bibe dendikek ji jinûhve rabûna tevayî Rojhilata Navîn e.

Wî parlementerî aşkire kirî ku ev hêz ne tenê hêzeke leşkerî li ser erdê ye, lê ew nûnertiya pêşketin û çand û axlaqê civakê jî dikin.
Her weha di berdewambûna nivîsa xwe de, di barê dewleta DAIŞê de jî wiha nêrîna zxwe tîne sernivîs; Dewleta Xîlafetê ne ji bo civakeke ku li ser pêkve jiyanî û wekhevî û demokrasî û rêzgirtina li jiyana mirovan e.

di dawiya nivîsa xwe de, parlemana Îtaliyayê Erasmo palazzotto dibêje; Piştîvaniya li Rojava ango Rojavayê Kurdistanê berevanîkirine li azadiya tevahiya cîhanê.

Di jêr nivîsa xwe ya bi wêneyekê digel fermadar YPJ`ê de nivîsiye; Endamê parlemana Îtaliyayê Erasmo palazzotto ku li ser lîsteya Partiya Azadî û Jîngehê li Îtaliyayê ye di nivîseke xwe de wiha aniye sernivîs; Ez îro bi Nisrîn Ebdula re bû.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket