YNK û PDK lihev civiyan

kurdistani 11:14 AM - 2015-06-23
YNK û PDK lihev civiyan

YNK û PDK lihev civiyan

Li Hewlêrê herdu aliyên sereke yên Herêma Kurdistanê lihevciviyan.

Duhî roja duşemê 22-6-2015`an şandeyeke bilind ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê digel Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya.
Di wê civînê de, herdum alî li ser rewşa niha ya li Herêma Kurdistanê û Êraqê û tevayî navçeyê û hinek mijarên din jî anî rojeva civînê û gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya peyvdarê fermî yê Politburoya YNK`ê Îmad Ehmed ku ji PUKmedia`yê re ragihand ku ev civîn jî mîna hemû civînên din yên ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê digel aliyên din yên siyasî li Herêma Kurdistanê daye encamdanê ye.

Ehmed aşkire kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi riya wan civînan nêrîna hevdu guhdar bikin û her weha li ligel Tevgera Goranê jî hevdîtin pêkanî bûn û wê berdewam bin digel aliyên din yên siyasî li Herêma Kurdistanê tako rewşa heyî li Herêma Kurdistan û Êraqê şirove bikin û riyên çaqreseriyê jê re bibînin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket