Keneda: Festîvala werza xwendina Kurdî bidawî bû

kurdistani 10:08 AM - 2015-06-21
Keneda: Festîvala werza xwendina Kurdî bidawî bû

Keneda: Festîvala werza xwendina Kurdî bidawî bû

Roja 13/6/2015 bi amadebûna nûnerê wezareta perwerde ya herêma Ontaryo û birêveberiya dibîstana zimanên navnetewî ş hejmarekî zor ji malbatên xwendekarên Kurd û zimanên biyanî ahenga dawîbûna werzê xwendina zimanê kurdî birêve çû. Ku bi yek ji zimanên fermî ji aliyê sîstema xwendina wezareta perwerde ya herêma Ontaryo li bajarê Toronto ku taybete bi zimanên navnetewî (International Languages) weku Tamil, Bengalî, Urd û Farsî li heman dibîstanbê wan jî dawî li werza xwendinê anîne.

Di wê rêûresmê de her kesî bi zimanê xwe ahenga xwe gerandine ku têde şanogerî û stranên zarokan hatine pêşkêş kirin û xwendekarên zimanê Kurd jî şanoyek bi navê (Hevkarî û Xweşewîstî û hevaltî) tevî straneke Kurdî hate pêşkêş kirinê.

Hêjayî gotinê ye ku sala borî cara yekem bi fermî xwendina zimanê Kurdî li sîstema wezareta perwerdeya herêma Ontaryo ku taybete bi zimanê navnetewî li bajarê Toronto hatiye vekirin.

PUKmedia/Osman Elî - Toronto

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket