Medyaya hikûmeta Tirkiyê pesna DAIŞê dide û dijayetiya YPG`ê dike

kurdistani 06:34 PM - 2015-06-20
Medyaya hikûmeta Tirkiyê pesna DAIŞê dide û dijayetiya YPG`ê dike

Medyaya hikûmeta Tirkiyê pesna DAIŞê dide û dijayetiya YPG`ê dike

Li Tirkiyê medyaya li aliyê hikûmetê pesna DAIŞ`ê dide, YPG`ê jî şermezar dike.

Ajansa Cihan ya Tirkî di weşaneke xwe de ragihand ku hejmarek medyayên Tirkiyê yên nêzî hikûmeta AKP`ê roja înê 19/6/2015 çend gotar belav kirin ku têde pesna rêxistina DAIŞ`ê dikin û yekîneyên parastina gel (YPG)ê jî bi tundî rexne dikin, ev jî piştî ku hin siyasetmedarên Tirk êrişî YPG`ê krin.

Ajansê da zanîn ku rojnameyên Tirkî êrişî PYD`ê jî dikin bi taybetî piştî ku hêzên Kurd bajarê Girê Spî ji destê DAIŞ`ê rizgar kirin û xistin bin kontrola xwe. Her wiha jî got ku kontrolkirina Girê Spî ji bilî ku herdû kantonên Cizîr û Kobanê digihîne hev, rêyên vegihêştinê ji sînorê Tirkiyê jî li ser DAIŞ`ê dibire.

Rojnameya Sabah ku weke alîgirê AKP`ê tê nasîn, roja înê nivîsandibû ku PYD`ê ji DAIŞ`ê bi metirsîdartir e, her wiha gotibû ku Kurd rê nadin welatiyên Girê Spî ên Turkman û Ereb ku vegerin bajarê xwe.

 Rojnama Star jî behsa PYD`ê kiribû û ew weke ''merisiyeke li ser kêmnetewên herêmê'' bi nav kir û got ku wan rê girtiye ji bo guhertinên dîmografî çêbikin.

Li hember van êrîşan jî, hin nûnerên partiya HDP`ê bersiv dan rojnameyan û, tevlî çalakvanên Bakurê Kurdistanê, hemleyek bi navê (Em hemû PYD ne) dan destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev êrişên medyayî li dijî PYD`ê piştî axaftinên hinek siysetmedarên Tirk wek Mevlüt Çavuşoğlu, wezîrê derve, Bülent Arınç, cîgirê serokwezîrê dewletê, ku herdûyan bi tundî êrişî PYD`ê û YPG`ê kirin û gotin ku ew welatiyan dikojin û ji herêmên wan bi dûr dixin.

W. Agîd Hesen

PUKmedia-Cihan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket