Demîrtaş: Emê piştevaniya hikûmeta koalisyonî bikin

kurdistani 04:00 PM - 2015-06-20
Demîrtaş: emê piştevaniya hikûmeta koalisyonî bikin

Demîrtaş: emê piştevaniya hikûmeta koalisyonî bikin

Hevserokê HDP`ê Selahedîn Demirtaş ragihand ku ew amade ne piştevaniya hikûmeteke koalisyonî di navbera AKP`ê û CHP`ê bikin.

Demîrtaş roja pêncşemê  18/6/2015 di axaftineke rojnamevanî de li  Amedê got ku ew piştevaniya avakirina hikûmeta di navbera AKP`ê û CHP`ê de dikin, eger her du partî li ser xalên giring ku li gorî hêviyên HDP`ê yên pêşerojê bikin.

Hevserokê HDP`ê tekez kir ku armanca piştevaniya wan  ji hikûmeta nû re tenê ji bo birêketina karê wê ye, ne bi wateya ku ew jî  dê di hikûmetê de beşdar bibin.

Hêjayî gotinê ye ku di heman rojê de komîsyona bilind ya hilbijartinan bi awayekî fermî encamên hilbijartinê n 7`ê hezîrane ragihand.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket