Bo avakirina Kobanê “UCLG” li Amedê kom dibe

kurdistani 01:44 PM - 2015-06-20
Amed: Bo avakirina Kobanê “UCLG” kom dibe

Amed: Bo avakirina Kobanê “UCLG” kom dibe

Civîna Desteya Rêveber a Rêveberiyên Xwecihî û Bajarên Hevgirtî yên cîhanê (UCLG) ku tê de pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî yên bajarên têne kirin, herêm derfeta derbirîna xwe tê de dibînin û hevkariyên cur bi cur têne kirin li bajarê Porto Alegre yê Brezîlyayê hate kirin.

Hevşaredara bajarê mezin ya Amedê Gultan Kişanak, rêvebera desteya rêveber a vê yekitiyê ye, di kombûnê de amade bû.

Her weha li gel Amedê, ji Tirkiyeyê jî bajarên wek Stenbol, Edene, Beylîkdûzû û Konyayê, û ji welatên wek Yewnanistan, Urıgay, Brezîlya, Rûsya, Çîn, Japonya, Afrîkaya Başûr û Fransayê gelek bajarên metropol şaredar û nûnerên bajaran tê de amade bûn. 

Porto Alegre di warê modela “Plansaziya Tevêlkar” de wek bajarê herî baş tê zanîn, li vî bajarî geryanên teknîk hatin kirin. Wek model modela Porto Alegreyê ji bo 300 bajaran bûye model, ev der bi pêkanînên enerjiya vejîner, veguherandina sergoyê û plansaziya tevêlkar ji bo rêveberiyên xwecihî wek nimûne ye.

Kişanak li vê derê, di kombûnên komîteyan de axivî û der barê xebatên şaredariya Amedê de agahî dan û xebatên ku dema pêş dê bêne kirin jî parve kirin. Kişanak li vir got, divê UCLG ji bo avedankirina Kobanê tişta bikeve ser milê wê bîne cih. Kişanak, bal kişand ku biryar e dê ji bo erdheja Nepalê banga hawara alîkariya vî welatî bête kirin û got, bila banga avakirina Kobanê jî li vê bête zêdekirin. Li ser vê daxwaza Kişanakê, komîteya Hêza Erkê biryar da ku bi beşdariya hemû endamên UCLGê li Amedê ji bo avakirina Kobanê civîn bête lidarxistin. Her weha ji bilî civînê delagasyon dê serdana Kobanê bike û çavdêriyên xwe di raporekê de binimîne.

Kişanak, der barê avakirina komemalên civakî de jî nêrîna xwe parve kir û got, divê rêveberiyên xwecihî ezmûnên xwe yên di vî warî de parve bikin û nimûneyên wê zêde bibin. Li ser axaftina Hevşaredara me, li ser pêvajoya avakirina komemalên civakî yên li Brezîlyayê axaftin hatin kirin, bîr û boçûn hatin parvekirin.

Her weha di civînê de, Desteya Rêveber plansaziya civîna jinên hilbijartî nirxand. Li ser vê yekê Kişanakê daxwaz kir ku ev civîna ku çav lê ye 2016an li Stenbolê bête kirin, li Amedê bête kirin; Qenebe rojekê li Amedê rojekê li Stenbolê. Ev daxwaza Kişanakê hat nirxandin û çi encam jê derneket.  

PUKmedia/Şaredariya Amed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket