Konferansa jinên Êzîdî li Neteweyên Yekbuyî

kurdistani 12:28 PM - 2015-06-20
Konferansa jinên Êzîdî li Neteweyên Yekbuyî

Konferansa jinên Êzîdî li Neteweyên Yekbuyî

Li Neteweyên Yekbûyî bi serenava, “Azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovatiyê ye” konferansek hat lidarxistin.

Li Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê bi sernavê, “Azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovatiyê ye” konferansek hat lidarxistin. Di konferansa duh di navbera 16:00-17:30’ê de pêk hat, bi sponsoriya Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ), Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, Tevgera Jinên Kurd a Ewropa, Meclîsa Jinên Êzdî Bêrîvan û saziya jinan Femmes Solidaire ve hat lidarxistin.

 Nûnera Meclîsa Jinên Êzidî Leyla Boran a moderatoriya konferansê kir, di axaftina xwe de behsa dîroka qirkirina jinan kir. Boran diyar kir ku qirkirina jinan sûcekî mirovatiyê ye.  

Leyla Boran diyar kir ku qirkirin li ser bingehê cinsî tê kirin û got: “Ez wek keçeke Kurd a Êzidî dixwazim qirkirina 73. êdî bi dawî bibe û bilez ji bo rizgarkirina jinên Şengalê em bikevin nav tevgerê.”  

Nûnera Komeleya Hiqûqnasên Demokrat a Navneteweyî Barbara Spînellî jî bal kişand ser wê yekê ku li hember qirkirina jinan divê têkoşîneke stratejîk û demdirêj bê meşandin. Spînellî di têkoşîna li hember hovîtiya li dijî jinan pêk tê behsa girîngiya avakirina komunan û ev gihandina asta gerdûnî kir.  

Nûnera CENÎ Canan Polat jî da xuyakirin ku piştî dagirkirina Şengalê bi pêşengiya CENÎ kampanyaya bi navê ‘Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye’ dane destpêkirin. Bi vê kampanyayê re delegasyon şandine Kurdistanê, amadekirina raporan, panel, semîner, civîn û konferansan li dar dixin.  

Polat di serî rayedarên NY bang li saziyên jinan, rêxistinên civaka sîvîl û tevayî mirovatiyê kir ku di vê kampanyayê de cih bigirin.   Di encamnameya konferansê de biryar hat girtin ku ji bo kampanyaya ‘Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye’ li tevayî welatan berdewam bike, semîner, panel û civînên xweser bên lidarxistin.  

Herwiha biryara şandina delegasyonan ji bo Şengal û Rojava, ji bo rizgarkirina jinên Şengalî piştgiriya maddî û manewî, lidarxistina konferansan û avakirina komunan jî hat dayîn.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket