Serbest Nebî; Oposizyona Sûrî ji rêjîmê xiraptir e

kurdistani 01:18 PM - 2015-06-19
Serbest Nebî; Oposizyona Sûrî ji rêjîmê xiraptir e

Serbest Nebî; Oposizyona Sûrî ji rêjîmê xiraptir e

Li bajarê Silêmaniyê, Zanîgeha Silêmanî-Navenda Kurdlojî, semînarek ji bo nivîskar û mamosteyê zanîngehê Diktor Serbest Nebî lidarxist.

Her weha di wê semînerê de, a bi navê Pêşeroja Doza Rojavayê Kurdistanê hatibû sazkirin, bi beşdarbûna hejmarek ji rewşenbîr û rojnamevanên Rojava û Başûrê Kurdistanê birêve çû .

Di semînarê de, destpêkê serokê navenda Kurdlojî ya zanîngeha Silêmaniyê, Dr. Aram bi xêrhatina mêvan û DR. Serbest Nebî kir û sedem û girîngiya lidarxistina wê semînarê di vê dema hestyar de anî ser ziman û piştre jî semînar ji aliyê Dr. Serbest Nebî ve destpêkir.

Dr. Serbest Nebî li ser gelek mijaran axivî û rewşa siyasî ya Rojava nirxand. Di destpêka semînerê de li ser dîroka hebûna kurdan li Suriyê bi giştî axivî û siyaseta rejîma Baas ya ku hêşt gelek Kurd nasnameya xwe ji bîr bikin şirove kir.

Diktor Serbest her wiha bal kişand ser pêngava herî faşîst di dîroka Kurdên Sûriye de, kembera Erebî, ku çawa Kurd ji herêmên wan dûr xistin û eşîretên Ereb li şûna wan bi cîh kirin. Li ser va yekê jî diktor Serbest xuya kir ku di wa qonaxê de, Kurd bi wan Ereban re têkildar nedibûn ji ber ku wan ji wan wateya Ereb weke desthilat wateyeke siyasî û îdyolojî cih girtiye.

Nebî di berdewamiya axiftina xwe de, balkişand ser dîroka nû ya îro jî û destdirêjiya opozisyona Sûrî a Erebî û pêşxistina têgehên tayfegerî û neteweperestî û dijayetîkirina gelê kurd ku diyarbû opozisyon ji rêjîmê xiraptir derketiye û bi ti carî mafên rewa yê gelê kurd napejirîne û hevbeşî di jiyanê de jî napejirîne..

PUKmedia-Agîd Hesen 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket