Tirkiyê vegera welatiyên Girê Spî asteng dike

kurdistani 11:57 AM - 2015-06-19
Tirkiyê vegera welatiyên Girê Spî asteng dike

Tirkiyê vegera welatiyên Girê Spî asteng dike

Rayedarên dewleta Tirk  li ser deriyê sînorî yê Akçakaleyê, rê nadin ku xelkê Girê Spî vegere bajarê xwe, bi bahaneya ku YPG`ê rê li pêşiya wan digire.
Welatiyên Girê Spî beriya demekê, ji ber kiryarên DAIŞ`ê ji bajêr reviyabûn û berê xwe dabûn sînorê Tiriyê û Bakurê Kurdistanê. Piştî ku hêzên yekîneyên parastina gel û Burkan Elfurat, ew herêm ji destê çeteyan rizgar kirin, hejmarek ji welatiyan vegeriya bajêr.

Bi zêdebûna hejmara welatiyên ku vedigerin, rayedarên Tirk deriyê Akçakaleyê girtin û welatî paşve vegerandin, bi hiceta ku YPG`ê nahêle ku kes vegere.
Li aliyê din berpirsyarên YPG`ê jî ev gotin vala derxistin û tekez kirin ku yekîneyên wan û ketêbeyên din ên li ser deriyê sînorî welatiyên ku vedigerin asteng nakin û hemû berheviyên pêwîst digirin da ku welatî bi hêsanî vegerin herêmên xwe.


PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket