Bi wêne.. Sumerpark xeyalên ciwanan dikin rastî
kurdistani 02:02 PM - 2015-06-18Bi wêne.. Sumerpark xeyalên ciwanan dikin rastî
Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê li Sumerparkê xiyalên ciwanan pêk tîne û di kursên wênesaziyê de heta niha 92 xwendekaran beşa hunerên ciwan a zanîngehê bi dest xist. Şaredariya me, îsal jî 20 jê jin, 35 xwendekaran ji bo beşa hunerên ciwan û mamostetiya wênesaziyê amade dike.
Midûrtiya Perwerdeya Pîşeyî ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Amedê, ji bo xwendekarên dixwazin beşa hunerên ciwan û mamostetiya wênesaziyê bixwînin ku bikaribin di ezmûnan de bi ser bikevin kursa wênesaziyê bêpere vekir.
Kurs, serê meha gulanê di Atolyeya Sî û Ronahiyê de hatin vekirin, 20 jê jin 35 xwendekar ji van kursan sûdê werdigirin. Kurs dê heta meha îlonê bidomin û hefteyê 5 rojan bi awayekî rêkûpêk têne kirin. Beşdarên kursê bêpere dikevin kursê û tê de xebatên ser wênesaziyê dikin û fêr dibin.
Xwendekar ji bo beşa hunerên ciwan û mamostetiya wênasaziyê têne amadekirin, heta niha 92 xwendekaran di kursên Midûrtiya Şaxa Perwredeya Pîşeyî de ezmûn bi ser xist û li zanîngehên cur bi cur ên Tirkiyeyê li beşên hunerên ciwan û mamostetiya wênesaziyê hatin damezrandin.
Ji aliyê din ve ne tenê xwendekarên xwe ji bo beşên wênesaziya zanîngehan amade dikin beşdarî kursên Atolyeya Sî u Ronahiyê dibin, her weha ciwanên eleqedar jî beşdar dibin. Her weha ji bo ciwanan bi mebesta hobî kursên wêne, çînî û seramîkê jî têne dayîn.
PUKmedia/Şaredariya Amed
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
10:53 PM - 2024-05-03 -
Qubad Talebanî: Parastina azadiya çapemeniyê yek ji prensîbên min a siyasî ye
03:20 PM - 2024-05-03 -
Asayîşê dest danî ser kargeheke çêkirina madeyên hişber
06:08 PM - 2024-05-02 -
Rêveberiya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê radigihîne
11:14 AM - 2024-05-02
zêdetir tamaşe bike
Serok BafIl û Sûdanî: Divê qanûn bibin bingeh derbaskirina kêşeyan
04:04 PM - 2024-05-03
Serok Bafil li Bexdayê ye bo hevdîtinê bi Mihemed Şeya Sûdanî re
02:07 PM - 2024-05-03
Salvegera bombebarankirina Goptepe û Esker
12:07 PM - 2024-05-03
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 26 milyar dînar e
11:47 AM - 2024-05-03
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê ye bo hevdîtinê bi Mihemed Şeya Sûdanî re
Kurdistan 02:07 PM - 2024-05-03 -
Serok BafIl û Sûdanî: Divê qanûn bibin bingeh derbaskirina kêşeyan
Kurdistan 04:04 PM - 2024-05-03 -
Qubad Talebanî: Parastina azadiya çapemeniyê yek ji prensîbên min a siyasî ye
Kurdistan 03:20 PM - 2024-05-03 -
Salvegera bombebarankirina Goptepe û Esker
Kurdistan 12:07 PM - 2024-05-03 -
Serok Bafil û Helbûsî: Parastina jiyana xelkê û aramkirina welat
Kurdistan 06:55 PM - 2024-05-03 -
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
Kurdistan 10:53 PM - 2024-05-03 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 26 milyar dînar e
Aborî 11:47 AM - 2024-05-03