DAIŞ bi dehan jinên Êzîdî guhastine Sûriyê

kurdistani 09:54 AM - 2015-06-18
DAIŞ bi dehan jinên Êzîdî guhastine Sûriyê

DAIŞ bi dehan jinên Êzîdî guhastine Sûriyê

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan li zarê çavkaniyeke pêbawerkirî ji bajarê Meyadîn ya Sûriyê ragihandiye ku, Rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê şeva bûrî herî kêm 40 jinên Êzîdî digel zarokên wan guhastine bajarê Meyadîn û ew xistine avahiyekê ya li wê bajarî ku hin endamên Êla Şi`eytat`ê ya wê bajarî nobedariya wan dikin.

Eve di demekê de ye ku, piştî ku, çekdarên DAIŞ`ê hêrişî qezaya Şengalê kirin ku di encam de bi sedan welatiyên Êzîdî hatin kuştin û birîndar bûn, her weha bi deh hezaran jî koçberî Rojava, Bakur û Herêma Kurdistan`ê û çendîn welatên din bûn, û bi hezaran jin û keçên Êzîdî jî revandin bajarên Mûsil û Reqa û çendîn diverên din yên Sûriye û Êraq`ê ku beşen ji wan firoştin û beşek ji wan bi endamên xwe re dane zewicandin û beşek din jî hîna çarenivîsana wan ne diyar.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket