Salih Muslim spasiya helwesta YNK li hemberî Rojavayê Kurdistanê kir

kurdistani 06:02 PM - 2015-06-17
Salih Muslim spasiya helwesta YNK li hemberî Rojavayê Kurdistanê kir

Salih Muslim spasiya helwesta YNK li hemberî Rojavayê Kurdistanê kir

Sekreterê encûmena navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Adil Murad serkeftinên Yekîneyên Parastina Gel û Jin (YPG/YPJ) li dijî terorîstan li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û bang li cîhanê kir ku piştevaniya xebata Kurd li sûriyê bike.

Duh roja sêşemê 16/6/2015 hevserokê giştiyê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Muslim serdana sekreterê encûmena navendî Adil Murad kir û li ser pêşveçûnên siyasî û leşkerî û emnî û serkeftinên berdewam ên şervanên YPG/YPJ li dijî terorê û her weha pêwendiyên du alî di navbera YNK û PYD`ê de gotûbêj kirin.

Ji aliyê xwe sekreterê encûmena navendî ya YNK Adil Murad bi germî pêşwaziya hevserokê giştiyê PYD Salih Muslim kir û serkeftinên şervanên YPG/YPJ li Girê Sipî pîroz kir û her wehaa jî helwesta hin aliyên herêmî ku propagandeyên derewîn belav dikin û dixweazin fitneyê di navbera pêkhateyên gelê sûrî de çê bikin rexne kir.

Hevserokê PYD Salih Muslim î ji aliyê xwe ve helwestên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û sekreterê encûmena navendî li hemberî şoreşa Rojava û qazancên wê bilind nirxandin û diyar kir ku serkeftinên ku hatine bi dest xistin di encama baweriya gêncan bi doza rewa hatiye holê.

Muslim bal kişand ser ew dengo û derewên ku di kanalên çapemeniyê tên belav kirin ku paqijkirina nijadî li navçeyên ku şervanên YPG/YPJ û hêzên Burkan Forat rizgar dike heye û da zanîn ku mal û mulkên hemû xelkên ku ji Girê Sipî koçber bûne dê bêne parastinê û teqez kir ku baweriya Kurdan bi pêkvejiyana aştiyane heye û tu carî nabin beşek ji hevrikiyên herêmî û navdewletî li ser hesabê doza xwe.

Hevserokê PYD ew yek jî aşkira kir ku rêveberiyên xweser li her sê kantonên Rojava beşdarbûna hemû pêkhateyan misoger kiriye û ewê bi hêzên niştimanperwer re encûmenên xwecihî ji xelkê navçeyên rizgarkirî bo rêvebirina navçeyên xwe bi xwe ava bike.

PUKmedia/Silêmanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket