Lêborîna Navdewletî: penaberên Sûriyê qurbanên xemsariya cîhanî ne

kurdistani 02:38 PM - 2015-06-17
Penaberên Sûrî

Penaberên Sûrî

Rêxistina Lêborîna Navdewletî aşkire kir ku penaberên Sûriyê qurbanên xemsariya cîhanî ne.

Rêxisitna lêborîna navdewletî roja sêşemê 16/6/2015`an, di derbarê rewşa penaberên Sûriyê de, helwest û nêzîkatiyên cîhanê weke "Xemgîniyeke mezin" bi nav kir û bang li welatên derdorê kir ku rê li pêşiya hatina penaberan hêsantir bikin.

Rêxistina ku bi mafê mirovan ve girêdayî  ye diyar kir ku jirêketina civaka navdewletî ku alîkariya aborî ji bo kêmasiyên mirovî ji penaberên Sûriyê re peyda bike hêşt ku welatên derdora Sûriyê nikaribin vê rewşê çareser bikin.

Her wiha di raporeka xwe ya bi sernavê " Kirîza penabertiya cîhanî.. pîlaneke ji ber xemsariyê" Rêxistinê anî ziman ku welatên derdorê, Lubnan, Urdun û Tirkiya, piştî ku zêdetirî 4 milyon penaber pêşwazî kirin, ji destpêka aloziya Sûriyê ve, niha jî sînorên xwe li pêşiya wan digirin.

Sekreterê giştî yê rêxistinê diyar kir ku ev her sê welat, bendên tund li pêşiya mirovên ku ji ber şer direvin bi cih dikin, ev yek jî pirî caran hêştiye ku welatî neçar bibin ku di hundir Sûriyê de bi şer re rû bi rû bimînin.

Li aliyekî din, ew her sê welat jî dibêjin ku penaber bûne barekî giran li ser aboriya wan, civaka navdewletî jî tenê parekî biçûk ji wî barî hildigire.
Rêxistinê bang li welatên têkildar kir ku mercên tund ji bo niştecîbûna penaberan ji holê rakin, tekez jî kir kû mirovên pêdiviyên xwe peyda nabin bê hêvî dimînin ku vegerin welatê xwe, neçar jî dibin bi rêya deriyaya spî, riya herî dijwar, berê xwe bidin Ewriopayê.

Werger; Agîd Hesen

PUKmedia-Skynews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket