Erdoxan: Eger hikûmet neyê ava kirin em derbasî hilbijartinan dibin

kurdistani 02:13 PM - 2015-06-17
Erdoxan: Eger hikûmet neyê ava kirin em derbasî hilbijartinan dibin

Erdoxan: Eger hikûmet neyê ava kirin em derbasî hilbijartinan dibin

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku eger hikûmeta nû neyê ava kirin, em derbasî hilbijartinên pûşwext dibin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan roja yekşema borî 14/6/2015`an, di kongreyeke rojnamevanî de, ragihadn û got; Partiya wan û opozîsyon dê hilbijartinên pêşdemî li dar bixin ger hikûmet di muhleta destûrî ya 45 rojan de, neyê avakirin.

Erdoğan di wê kongreyê de, xuya kir ku ew dixwaze di pêşî de, partiya AKPê erkdar bike bi avakirina hikûmeta nû. Her wiha Erdoğan roja şemiyê jî eşkere kiribû ku eger ew nikaribin bi vê erkê rabin, dê bê guman li gorî destûrê  ji nû ve hilbijartinan li dar bixin.

Serokkomar di wê der barê de axivî û got;  Welat bê hikûmet nabe û divê ev pirsvirêk bi lez were çareserkirin, tekez jî kir ku ew dixwaze bi her çar partiyên sereke yên din re, ji bo nêrînên wan yên derbarê piroseya siyasî de, mitîngekê li dar bixe .
Wekû tê zanîn AKPê di hilbijartinên 7ê hezîranê de ji sedî 41 ji dengan bi dest xist, li gorî va hejmarê jî ev partî nikare bi tena xwe hikûmetê ava bike.
Hêjayî gotinê ye ku hejmara alîgirên partiya desthilatdar piştî van hilbijartinan bêtir kêm bûne û li hemberê yên partiyên din weke HDPê û MHPê jî zêdetir bûne. Ev yek jî dê bihêle ku AKPê bi hemû hêza xwe hewl bide ku hejmara dengan ji nûve bilind bike eger ew hilbijartin werin lidarxistin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket