Daxuyaniya YPG`ê di barê operasyona herdu Kantonên Cizîrê- Kobanê

kurdistani 07:05 PM - 2015-06-14
Daxuyaniya YPG`ê di barê operasyona herdu Kantonên Cizîrê- Kobanê

Daxuyaniya YPG`ê di barê operasyona herdu Kantonên Cizîrê- Kobanê

Daxuyaniya YPG`ê di barê operasyona herdu Kantonên Cizîrê- Kobanê ku di çalakiya duyemîn a fermandar Rubar Qamîşlo de, şervanên Kantona Cizîrê û yên Kantona Kobanê dest bi rizgarkirina Girê Sipî kirin û piştî rizgarkirina Siluk, gelek dengên neçaz derjetin û xwestin ku bi awayekî ne rewa alîkariya DAIŞê bikin û evê li xwerê naveroka wê daxuyaniyê ye;

Jı Çapemenî û Raya Giştî re

Hêzên me operasyonên xwe yên rizgarkirina hemû deverên kantonên Rojavayê Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ'ê berdewam dikin. Hêzên me Til Berak, Til Hemîs û gundewarên bajarê Qamişlo ber bi devera çemê Xabûr û çiyayê Kizwanan û gundewarê bajarê Hesekê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Niha jî şervanên me li rojavayê bajarê Serêkaniyê li ber xwe didin û gihîştin bajaroka Siluk û li gundewarên bajarê Reqqayê berxwedana xwe didomînin. Hêzên me bi dehhezaran kîlometre ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Welatiyên herêmê jî bi hemû pêkhateyên xwe bi van serkeftinan coşeke mezin nîşan dan û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Ev serkeftinên hatine bidestxistin bi saya xwîna şehîdan û lehengiya şervanan pêk hatine.

Lê diyar e ev serkeftinên mezin ku hatine bidestxistin, hin alî tengezar kirine û têkçûna DAIŞ'ê ne li gorî wan e. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe û bi hemû şêwazên ne exlaqî hewl didin serkeftinên hêzên me ku bi hevkariya welatiyên herêmê hatine bidestxistin, reş bikin. Hemû pêkhateyên herêmê bi hevgirtina xwe şahiya mezin a têkçûna DAIŞ'ê dimeşînin.

Ev hemleya hîn dezgehên çapemeniyê ku ji aliyê hin hêzên herêmî ve tê meşandin, hewl dide çîrok û senaryoyan li dijî hêzên me, li dûrî rastiyê çêbikin û hêzên me bi destdirêjiyê tewambar bikin Her wiha hewl didin ku wêneyekî belav bikin ku ev şerekî nîjadperestiyê ye. Ev çîrok û îdîayên van aliyan dûrî rastiyê ne. Aliyên ku van çîrokan çêdikin tevliheviya ku çeteyên DAIŞ'ê di têkçûna hevgirtina pêkhateyan de nikaribû pêk bîne dixwazin pêk bînin.

Di berxwedana me ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de bi dehan şervanên me yên Ereb şehîd ketin û parastina nirxên azadî û rûmetê kirin. Kêlên goristanên şehîdan ji bo kesên hewl didin rastiyê veşêrin, nîşana vê yekê ne. Bi saya vê hevgirtina dîrokî berxwedana li dijî DAIŞ'ê bi ser dikeve.

Em eşkere dibêjin ev aliyên ku hêzên me tewambar dikin, dema ku çeteyên DAIŞ'ê li bajaroka Mebrûka, gundê Rawiya, Dehma û gundên Xabûr komkujî pêk anîn, li ku derê bûn?

Îro jî piştî ku me ev herêm ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, ev alî hewl didin hêzên me reş bikin û bi tiştên dûrî rastiyê tewambar bikin. Ev nêzîkatiyên van aliyan dûrî berpirsyartiyê ne û hewl didin wêneyê çeteyên DAIŞ'ê baş bikin û hebûna wan li herêmê rewa bikin. Her wiha durûtiya van aliyan eşkere dike.

Em wekî hêzên YPG’ê ji eşkerekirina rastiyan natirsin, lê belê deriyên me ji hemû saziyên çapemeniyê yên navnetewî û cîhanî re vekirî bûn û hîn bi hemû awayên xwe vekirî ne. Em careke din bang li kesên dixwazin rastiyan li ser erdê bibînin dikin ku werin û dest ji gotegot û îdîayên ku xwe dispêrin çavkaniyên ku têkiliya wan bi hinek deran heye, berdin. Piraniya van çavkaniyan di rastiyê de nîn in û xeyalî ne, di xizmeta berjewendiyên dijberên gelê me yê ku dixwaze ji bermahiyên çeteyan xilas bibin pêk tên. Îdîayên wan li gorî xwestekên DAIŞ’ê ne.

Kiryar û terora ku birayên me yên durzî li gundê Qelib El-Loz a Dilibê pê re rû bi rû man, ne kêmî kiryarên li Siwêda li dijî wan tê kirin in. Ew kiriyarên me behs kirin bi hemû pîvanên xwe cihê şermezariyê ye. Armanc ji van kiryaran ew e ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê berdin hev û nakokiyên di navbera wan de kûr bikin. Em ê wekî YPG’ê bi hemû hêza xwe û bi hemû rêbazan ji bo parastina wan tevbigerin. Em niha viya dibêjin û dê hemû deman jî bibêjin. Em bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin ku hevgirtina xwe xurt bikin û yekîtiya xwe ji bo xêra hemû aliyan bi hêz bikin.

Di heman demê de em bang li birayên me yên sivîl li herêmên di bin destê çeteyan de û ji ber terora wan ziyanê dibînin dikin ku koçî derveyî welat nekin, lê belê bila berê xwe bidin herêmên aram ên di bin parastina hêzên me li Hesekê û Serêkaniyê. Heta ku arama vegere gundên wan û ew karibin biçin malên xwe, em ê hemû pêdiviyên wan ên jiyanî peyda bikin.


FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YPG’Ê
14 Pûşber 2015

Têbînî; Ev daxuyanî ji malpera YPGrojava hatiye wergirtin...

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket