Komusyona Kurdistanê; Ji bo hilbijartinan pêwîstiya me 6 mehan heye

kurdistani 03:48 PM - 2015-06-14
Komusyona Kurdistanê; Ji bo hilbijartinan pêwîstiya me 6 mehan heye

Komusyona Kurdistanê; Ji bo hilbijartinan pêwîstiya me 6 mehan heye

Komusyona Kurdistanê; Pêwîstiya me 6 mehan bi hilbijartina serokê Herêmê heye.

Ji bo destpêkirina proseya hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê, Komusyona Serbixwe ya Hilbijatinên Kurdistanê aşkire kir; Pêwîstiya me 6 mehan bi hilbijartina serokê Herêmê heye.

Di wê barê de, peyvdarê Komusyona Hilbijartina Kurdistanê Şêrwan Zirar di kongireyeke rojnamegeriyê de ku PUKmedia jî amadeyî wê kongireyê bibû, ragihand ku: Ew dema ku serokê Herêma Kurdistanê destnîşankiriye ji bo destpêkirina hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê, pir kêm û kin e. Tekez kir ku ew proseya pêwîstiya xwe bi 6 mehan heye heya hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê bê rêkxistin û birêvebirin.

Zirar di wê kongireyê de, aşkire kir ku di her hilbijartinekê de, pêwîstî bi şêwerî û girtina nêrîna komusyona hilbijartinan e, lê serokatiya Herêma Kurdistanê bi me neşêweriye û nêrîna me negirtiye. Tekez li ser wê yekê kir ku wê di 48 demjimêrên dahatî de, digel serokê Herêma Kurdistanê bicivin tako rendewiyeke guncaw ji proseya hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê re bê destnîşankirin.

PUKmedia-Hewlêr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket