"Armanca projeya Tirkiyê ‘Perwerde – amade’ bike Efrîn e"
kurdistani 02:29 PM - 2015-06-13Wezîrê berevaniyê: Armanca projeya Tirkiyê ‘Perwerde – amade’ bike Efrîn e
Cîgirê wezîrê berevanî yê kantona Efrînê ragihandiye ku ew hêzên ku dikşînin tirkiyê û perwerde dikin û amade dikin û soza dayîna pere û çekan didin wan piştre jî dişînin Sûriyê armanca wan dagirkirina kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Di hevpeyvînekê li gel ajansa DÎHA`yê de cîgirê wezîrê berevanî yê kantona Efrînê Xelîl Qasim ragihand ku: Armanca serekî û bîngehîn ya projeya Tirkiyê bi navê ‘Perwerde bike – amade bike’ êrişkirina ser kantona Efrînê û dagîrkirina wê ye.
Xelîl Qasim aşkira kir ku Ew hêzên ku ji Sûriyê diçin Tirkiyê bo perwerdekirin û amadekirinê û piştre jî soza çek û pereyan didin wan tenê ji bo êrişkirina ser herêma Efrînê ye.
Qasim da zanîn ku ew êriş niha hatine rawestandin, her weha teqez kir ku Heleb bê Efrînê û Efrîn bê Heleb wê tu carî nebe.
Cîgirê Wezîrê berevanî yê kantonê got. Ew xelkê ku niha li Efrînê dijîn piraniya wan ji bajarê Helebê koçî herêmê kirine.
Xelîl Qasim got jî: Desteka Tirkiyê ji çeteyan re ewe ku di navbera şervanên YPG û xelkê ereb de şer derxîne û bîne hemberî hev, Tirkiyê ji bo vê yeke gelekî xebitî . hin çeteyên ku li Tirkiyê perwerde dîtine dişînin vêderê û ji bo wê planê têne amade kireinê.
Xelîl Qasim bal kişand ser mînaka taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê helebê ku piraniya şêniyên wê Kurdin û li jêr kontrola YPG/YPJ de ye û got: Ev çar salin nekarîn wan hêzên çekdar li hemberî rêjîma dîktator bikin yek lê di 3 demjimêran de karîn li hemberî YPG wean bikin yek.
Qasim teqez li wê yekê jî kir ku: Ne hêzên rêjîmê û ne jî artêşa azad û ne çi hêzên dinê nikarin me ji taxa Şêxmeqsûdê derxînin.
PUKmedia/DÎHA- ji Tirkî : Xoşnav Hisên
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23