Li Cizîrê qarneyên zimanê Kurdî hatin belav kirin

kurdistani 12:57 PM - 2015-06-12
Li Cizîrê qarneyên zimanê Kurdî hatin belav kirin

Li Cizîrê qarneyên zimanê Kurdî hatin belav kirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya bakûrê Kurdistanê, 72 xwendekarên li Dibistana Seretayî ya Bêrivanê bi zimanê kurdi ev saleke perwerdehiyê dibînin bi merasîmê qarneyên xwe yên dawiya salê standin.

Di merasîmê de hemû zarok û malbatên wan, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, rêveberên Egîtîm Sen, KURDÎ-DER, MAPER, NÇM'ê amade bûn.

Merasîma dayîna qarneyan li Dibistana Bêrivanê pêk hat. Xwendekarên dibistanê bi cil û bergên kurdî li xwe kirin û stran û helbestên bi zimanê kurdi gotin. Piştî stran û helbestan 72 xwendekaran yek bi yek qarneyên xwe ji destê mamosteyên xwe standin. Dema qarne hatin belavkirin malbatên xwendekaran hestiyar bûn.

PUKmedia/DIHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket