Nameyên fîzîknas "Einstein" dê bên firotin

kurdistani 09:25 AM - 2015-06-12
Nameyên Einstein dê bên firotin

Nameyên Einstein dê bên firotin

Nameyên Albert Einstein fizîknasê navdar ê xwedî xelata Nobalê, li Los Angelesa bajarê Emerîkayê dê bi rêya mezadê bên firotin.

Joseph Maddalenayê damezrînerê Mala Muzayedeyê ya li Profîles în Hîstoryê ya ku dê li wir mezad bê kirin got ku ji nameyên Albert Eînsteîn hin bi destan hin jî bi daktîloyê hatine nivîsîn; herwiha hinek ji wan bi îngilîzî hin jî bi almanî hatine nivîsîn.

Maddalena got ku li gor texmîna wan dê name di navbera 5 hezar û 40 hezar dolarî de bên firotin.

Maddalena wiha axivî: "Albert Eînsteîn nameyekê ji bo zarokên xwe nivîsiye, tê de şîretên ku li zarokên xwe kirine hene. Ji kurê xwe re gotiye divê tu zêdetir bala xwe bidî dersa geometriyê. Di nameyekê de fikr û ramanên xwe yên derbarê Xweda de nivîsiye."

Albert Einstein fizîkzanê ku bi eslê xwe cihû ye, di 14ê adara 1879an de li Ûlma bajarê Almanyayê ji dayik bû. Di qada fizîkê de teoriyên girîng derxist û pêşvebir. Ji bo xebatên ku di qada fizîkê de kir, di sala 1921ê de Xelata Nobelê ya Fizîkê wergirt.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket