Pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê hate vekirin

kurdistani 05:28 PM - 2015-06-10
Pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê hate vekirin

Pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê hate vekirin

Bi amadebûna wezîrê bazirganî û pîşesazî ya hikûmeta herêma Kurdistanê , parêzgarê Hewlêrê , serokê odeya bazirganan , konsolê Tirkiyê li herêma Kurdistanê û karsazan, îro çarşeme 10/6/2015 pêşangeha Hewlêrê ya navdewletî ya sêyemîn hate vekirin.

Di pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê de 98 kompaniya ji 14 welatan ku gelek ji wan kompaniyên dewletên erebî, Tirkî, Japonî û komaniyên Emerîkî ne beşdarî kirine.

Bi daxuyaniyeke rojnamevanî de parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî teqez kir berdewabûn di vekirina pêşangehên navdewletî nîşana zindîbûn û jiyanê ye li herêma Kurdistanê ku rêxistina DAIŞ ya terorîstî jî nekariye jiyanê rawestîne.

Hêjayî gotinê ye ku ev pêşangeh wê heya 4 rojan berdewam bike û wê gelek semîner û hevdîtin di navbera xwediyên kompaniyan û karsazan û mêvanên pêşangehê bêne encam danê.

PUKmedia/Fuad Osman- Hewlêr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket