YPG`ê li rojavayê kantona Cizîrê derbên giran li terorîstan xist

kurdistani 08:22 PM - 2015-06-08
YPG`ê li rojavayê kantona Cizîrê derbên giran li terorîstan xist

YPG`ê li rojavayê kantona Cizîrê derbên giran li terorîstan xist

Li gorî navenda ragihandina YPG`ê ku li rojavayê kantona Cizîrê, di encamê şer û pevçûnên li dijî terorîstan de, Ruxandine 1 Maşîneya zirxî ya Hammer ü 1 maşîneya doçkabarkirî ü 2 maşîneya pikab lı gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê

1. Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin roja xwe ya 33. de bi serkeftî berdewam dike.

Hêzên me şevê din 10 km rojhilat û bakurrojhilate bajaroka Silûk de li hember gundên di bin dagirkeriye çeteyan de bûn operasyonek nû lidarxist. Di encama van operasyonan de gundên Şara, Rêber, El Wastê ji çeteyan hatiye paqijkirin. Îro dane sihare jî gundê Aliye ya ku 9 km dûrî bajaroka Silûkê ye ji çeteyan hatiye rizgarkirin.

Di van operasyonan de 1 maşîneya zirxî ya Hammer, 1 maşîneya doçkabarkirî û 2 maşîneya pikab hatiye ruxandin.
Pevçunên li van qadan de qasî hatiye zelalkirin 22 endame çeteyan hatiye kuştin. Di gundikek a nizikî sînorê bakure Kurdîstanê de endamekî çeteyan bi awayekî birîndar ketiye destê hêzên me.

Di vê operasyonê de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihiştiye şehadete.

2. Berxwedana bi armanca rexistina terorî ya DAIŞ'ê ji Kobanê bi temamî paqijbikin tên meşandin, roja xwe ya 266. de berdewam dike.
Êrîşên çeteyan a li hember noqteyên başûre Kobanê doh sihare dabûn destpêkirin hatin şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên di van pevçunan de nehatiye zelalkirin. Xebata lêgerîne di gundê Kiratê de hêzên me 2 kleş, 8 şerjora kleş, 620 fîşeka kleş, 2 BKC, 835 fîşeka BKC, 1 roketavêja B7 û 4 gulleyên vî, 4 bombeya desta û 2 raxt bi dest xistin.

Hêzên me doh li rojhilate Kobanê li hember komên çeteyên ku di nava tevgere de bûn operasyonek lidarxist. Operasyona li nizî gundê Cirin de motorsîklet û maşînekî leşkerî ya çeteyan hatiye derbkirin. Li vê qadê qasî hat zelalkirin 2 endame çeteyan hatin kuştin.
Xebatên lêgerîna li gundê Bîrevdê ya li başûrrojhilate Kobanê ya ku şeva derbasbûyî hatibû rizgarkirin bi encam bûye. Di encamê van xebatan de hêzên me doçkakî 12,5mm, 3 kleş, 1 BKC, û 1 Karnas bi dest xistin.

Li heman eniye rêhevalekî me pêl mayine çeteyan a berê hatibû çandin kir û gihişt şehadete.

Têbînî; Ev babet ji malpera Navenda Ragihandina YPG`ê hatiye wergirtin..

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket