Birîndarên teqîna Amedê dengê xwe dan

kurdistani 02:16 PM - 2015-06-07
Birîndarên Amedê dengê xwe dan

Birîndarên Amedê dengê xwe dan

Piştî ku roja înê 5/6/2015 di mitîmga cemawerî ya alîgirên HDP`ê de 2 teqînên terorîstî hatibûn encam dan û têde 3 kes şehîd bûn û 416 kes birîndar bûn îro 7/6/2015 birîndarên wê teqînê çûne ser sindoqan û dengê xwe bikar anîn.

Çalakvanê siyasî yê bakûrê Kurdistanê Huner Ednan ji PUKmedia`yê re ragihand: Birîndarên her teqînên Amedê beşdarî di proseya dengdanê de kirin û dengê xwe dan.

Got jî: Xelkê Amedê ew helwesta wan bilind nirxand û bi çoşek mezin beşdarî di hilbijartinan de dikin.

Çalakvanê siyasî cext li wê yekê jî kir ku: Li bajarê Rihayê jî  alîgirên AKP êriş kirine ser dengderên Kurd û heya niha jî hejmarek birîndar hene û rewş berve aloziyê ve diçe.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket