Festîvala çîroka Kurdî li Qamişlo destpê kir

kurdistani 01:46 PM - 2015-06-07
Festîvala çîroka Kurdî li Qamişlo destpê kir

Festîvala çîroka Kurdî li Qamişlo destpê kir

Festîvala Duyemîn a Çîroka Kurdî ya Fûad Temo ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve hatiye gorgenîzekiirn, bi beşdarbûna Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê bi boneya Roja Çîroka kurdî li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest pê kir. Festîvala ku bi tevlîbûna 34 çîrokên ku ji Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê beşdarbûne dê 7 rojan dom bike.

Di vekirina festîvalê de Seroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, Serokê Desteya Karê Derve Ebdulkerîm Umer, Seroka Desteya Darayî Remziya Miheme, Serokê Yekîtiya Nivîskar Telal Husên, Cîgira Seroka Desteya Jinan Hêva Erebo, Nûnerên Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd û bi dehan rewşenbîrên ji Bakur, Başûr û Rojava beşdar bûn.

Di roja yekem a festîvalê de her wiha Koma Bale ya mûzîkê ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêx stran pêşkêş kirin, her wiha koma govenê jî hin govend pêşkêş kirin. Piştî govend û stranan pêşengeh şêwekarî bi beşdarbûna 146 tebloyên rewşa Rojava û hemû Kurdistanê diyar dike hate vekirin. Her wiha Seroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid pirtûka bi navê ˮ60 Awazˮ ya Mihemed Elî Şakir, wekî diyarî pêşkêş kir.

Festîval di roja xwe ya duyemîn de dê bi xwenina 8 çîrokan dom bike. Nivîskar dê çîroka xwe li ber Komîteya Amedekdar û mêvanan bixîne.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket